Îro şandeyeke komara Qirgizistan bi seroketiya nûnerê Wezareta Derve ya Qirgizistanê Paket Kadirov serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şande ji aliyê cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho û endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.
Herdu aliyan têkiliyên navbera Rêveberiya Xweser û komara Qirgizistan, nexasim şerê li dijî terorê û fedakariya şêniyên herêmê nîqaş kirin.
Robêl Beho destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hîn jî banga çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêya diyaloga sûri-sûrî dike û got:
Beyannameya Rêveberiya Xweser li ser bingeha yekitiya xaka Sûriyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê ye.
Zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û êrişên rojane yên dewleta Tirk jî hatin ziman.
Nûnerê Wezareta Derve ya Qirgizistan Paket Kadirov destnîşan kir ku komara Qirgizistan fedakariya Rêveberiya Xweser û QSD di şerê li dijî DAIŞ’ê de nas dike.
Kadirov spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir, ji ber xebatên wan ên vegerandina welatiyên Qirgizistan.
Dawiya hevdîtinê, 64 zarok û 30 jinên malbatên çeteyên DAIŞ’ê, radestî şandeyê hatin kirin.