Hêzên Rizgariya Efrînê, Nasnameya Şervanekî eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe ku di qonaxa duyemîn a berxwadana Efrînê de şehîd bibû, eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Serhildan Sason di çalakiyeke li Efrînê de şehîd bû.

Hêzên rizgariyê diyar kir ku şehîd Serhildan li dijî dagirkerî, qirqirin û her cûre paşverûtiyê bi hêrseke mezin û sekna xwe ya têkoşer sekinî.

Hêzên rizgariyê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Adem Îrtem bi nasnav Serhildan Sason, 3 Adara 2020’an li Efrînê şehîd bû.

Îro bi sedan şêniyên Şehba û Efrîn bi merasîmekê cenazeyê şehîd Adem Îrtem li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê oxir kirin.

Back to top button