Çeteyan êrîşî bajarokê Seraqib û riya M5 kirin

Hemwextî hevdîtina Erdogan û Putin, şerê li Idlibê ranewestiya û dewleta Tirk idîa kir ku leşkerekî wê li Idlibê hatin kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk careke din bajarokê Seraqibê li gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha riya M5 a navdewletî jî kirin hedef.

Duh jî wezareta Parastina Rûsyayê ji ajansa Tass a Rûsî re destnîşan kiribû ku çeteyan hewl dabû li bajarokê Seraqibê çekên kîmawî bikar bînin, lê hewldana wan têk çûbû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk piştî ku gundê Şêx Eqêl li gundewarê Helebê kontrol kir, girê Raqim jî ku nuqteyeke dewleta Tirk li wir kontrol kir.

Li bajarokê Mere Misrîn 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Mere Misrîn ê Idlibê jî di encamê bombebaran balafirên şer ên Rûsyayê de, di nav de zarok 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Tirkiye idîa kir ku leşkerekî wê li Idlibê hat kuştin

Hemwextî hevdîtina Putin û erdogan jî, dewleta Tirk idîa kir ku leşkerekî wan li Idlibê hat kuştin.

Duh jî li Idlibê di encama êrîşeke rejîmê de, 2 leşkerên din ên dewleta Tirk hatibûn kuştin û 6 birîndar bûbûn.

Back to top button