Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Xidir Qadir li Goristana Şehîdan a Dîcle oxir kir.
Li Qamişlo jî 146 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn.
Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir li Minbicê şehîd bûbû.
Şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û partiyên herêma Firatê, tevli merasîma oxirkirina şehîd bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn gotin:
“Rojane dewleta Tirk a dagirker êriş herêmê dike. Armanca wê ya yekane û dawî, qirkirina me, têkbirina vîn û projeya me ya demokratîk e.
Bang li gelê herêmê hat kirin ku li hember dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.
Dawiya merasîmê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi diruşmeyan hat veşartin.
`Em dê li ser soz xwe bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
Qamişlo-146 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
Şêniyên Qamişlo jî bi merasîmekê 146 şehîdên meha Tîrmehê bîranîn.
Di merasîmê de, soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.