Komxebata Jinan a li ser Komkujiyên Mezopotamya bi dawî bû

Avakirina lêvgereke jinan, pêkanîna konfedraliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn û xurtkirina eniyên hundirîn a jinan li ser tevahî astan, ji xalên wê yên sereke bûn.

Komxebata têkildarî komkujiyên Mezopotamyayê û bandorên wê li ser jinan bi encanameyekê bi dawî bû.

Daxuyaniya dawîn a komxebatê wiha ye:

“Bi hêza hevgirtina jin emê parçekirin û qirkirina loznê têk bibin!

Bi destwerdana hêzên derve, ewropî, ku axa Rojhilata Navîn, Mezopotamya jî di nav de nasnakin, sînorên netew-dewletê hatin xêzkirin.

Ev sînorên ku hatine xêzkirin ne li gorî rastiya erdnîgarî û ne jî demografiya herêmê ne.

Bi tifaqên curbecur sînorên gelan diyarkirin û bi wan re jî hestên nijad-perestiyê hatin xurtkirin.

Ji ber fikrê yek netew, yek ziman, yek çand û yek al ku taybetmendiyên netewe-dewletan in, gelek komkujî û qirkirin li Mezopotamya pêk hatin.

Kesên weke Kurd, Êzidî, Ermenî, Suryan û gelên bindest bûne qurbaniyên vê siyasetê.

“Divê lêvegereke jinan û konfedraliya jinan bê avakirin”

Dostaniyên kevin bi vê şêweyê hatin xirab-kirin û bi parçekirina gelên Rojhilata Navîn, hêzên derve berjewendiyên xwe pêkanîn.

Bi van hevpeymanan hewl dan çarenusa gelê herêmê diyar bikin, lê gelê herêmê ev yek ti çar qebûl nekir.

Di têkoşîna li dijî parçekirin û qirkirinê de jinên pêşeng cihê xwe girtine.

Şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî eşkere li dijî vê siyaseta parçekirinê derketiye û daxwaza jiyana hevbeş a aştiyane kiriye.

Ji xalên girîng ku di komxebatê de hatin giritin weha ne.

1. Ji bo rêgirtin li dûbarebûna Peymana Lozanê, xwendina dîroka yekitî û pêkve-jiyana gelên herêmê.

2. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku stûna wê felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û azadiya jinê ye, ji bo rûbirûbûna polîtîkayên qirkirin û înkarê hêjayî giştîkirinê ye.

3-Pêwîst e jin cihê xwe li navendên biryarê bigire.

4- Divê lêvegereke jinan bê avakirin û sîstema konfedraliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn were pêkanîn.

5-Ji bo sekna li hember siyasetên li dijî herêmê, divê eniya hundirîn a jinan li ser tevahî astan, di aiyê parastinê û mekanîzmeya parastinê, were xurtkirin.

6-Divê siyaset û komkujiyên li dijî gelan di dîrokê de hatine kirin, werin eşkerekirin û çand werin parastin.

Hesekê-Di komxebatê de 4 mijarên sereke hatin şîrovekirin û nîqaşkirin

Back to top button