Li Çiyayên Tehranê di encama herifandina berfê de, 8 çiyageran jiyana xwe ji dest da û 7 jî wenda bûn.
Roja Înê li çiyayên Tehranê herifandineke berfê çêbû û ji ber wê 18 çiyager wenda bûn.
Ajansa Irana ya fermî ya Îranê li ser zimanê endamekî Heyva Sor a Îranê ragihand ku 8 cenaze hatin dîtin û heta niha lêgerîn li yên mayî berdewam e.
Endamekî tîmên alîkariyê ji televizyona Îranî re diyar kir ku, rewşa xirab a seqayê, karê lêgerînê asteng dike.