Rêveberiya Xweser têkildarî sûcên dewleta Tirk name şand

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî sûcên dewleta Tirk li Efrînê nameyek ji sazî, rêxistin, kesayet û balyozxaneyên cîhanê re şandin. Daîreyê di nameyê de daxwaz ji sazî û kesayetên eleqedar kir ku li dijî sûcên Tirkiyê li Efrînê lêpirsîneke serbixwe vekin. Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriyê jî kir.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî zêde dibin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser van sûcan nameyek ji gelek aliyan re şand.

-Daîreyê
-Komkara Erebî
-Rêxistina Mafên Mirovan:
-Human Rights Watch
-Weqfa Mafên Mirovan
-Komeleya Mafên Mirovan a Navneteweyî
-Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ewropayê
-Konseya Mafên Mirovan a NYʹyê
-Nûnertiya Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî
-Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

jî di nav de Rêveberiya xweser 66 şande, rêxistin, nûnertî, komale, sazî û partîyên siyasî , 26 kesayetên navdar û 43 balyozxaneyên welên Rojhilata Navîn, ewropa û efrîkayê re hat name şand.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di nameya xwe de ev tişt got:

  • “Ji 5 salan ve Efrîn di hemû qad û aliyan de di nava zehmetiyan de ye.
  • Efrîn beriya ku di 18ʹê Adara 2018ʹan de were dagirkirin cihekî ewle û aram bû.
  • Beriya dagirkirinê, her yek li gorî çand, ol û fikrê xwe dijiya û rêzdarî hebû.
  • Lê piştî dagirkirina wê êdî li Efrînê kuştin, revandin, qirkirina çandî û guhertina demografî tê kirin.
  • Sûcê herî dawî jî kuştin 4 ciwanên Kurd ku dixwxwestin cejna Newrozê ya nîştimanî pîroz bikin.
  • Ev bûyer nîşaneya herî ber biçav a binpêkirinên hovane yên li dijî sûriyên li Efrînê ye.
  • Û ev jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên kirin.”

Daîreya Têkiliyan ji ber van sûcan xwest lêpirsîneke serbixwe were vekirin.

Û hemû sûcdar li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî werin muhasebekirin.

Daîreyê bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li hember van sûcan bi erka xwe rabin.

Her wiha sûcdaran sewqî edaletê bikin û dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin.

Dawiyê, Daîreyê piştrast kir ku ji bo gihandina nameyê ji aliyên têkildar re pêngavek berfireh dane destpêkirin.

Back to top button