QSD’ê hewldana çeteyên Tirkiyê ya ketina gundê Korhesen ê Rojavayê Girê Spî têk bir.
MIX
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û tê de ev agahî dan:
”Vê sibehê çeteyên dewleta Tirk hewl dan derbasî gundê Korhesen ê Rojavayê Girê Spî bibin.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva çeteyan da û hewldana wan a ketina gund têk bir.”
QSD’ê eşkere kir ku di encama bersivdayînê de çeteyekî dewleta Tirk jî hat kuştin û yek jî birîndar bû.