Şervanên QSD’ê Evîndar Botan, Qendîl Kobanê û Dilşad Serêkaniyê, amadebûna xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ragihandin û eşkere kirin ew ê bi stratejiyên nû êrişan têk bibin.
Şervanan tekez kir berdêl çi dibe bila bibe ew ê gel û herêmên xwe biparêzin.
Şervanên QSD’ê tekez dikin ew amade ne xak û nirxên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û êrişên dewleta Tirk bi stratejiyên nû têk bibin.
Yek ji wan şervana YPJ’ê Evîndar Botan a ji Kobanê ye.
Ew dibêje: “Em ji hêz û îradeya xwe bawer in û em ê êrişên dewleta têk bibin.”
Şervanê YPG’ê Qendîl Kobanê jî tekez berdêl çi dibe bila bibe ew ê herêmên xwe biparêzin.
Ji şervanên QSD’ê Dilşad Serêkaniyê jî bi van gotinan peyamê dide dewleta Tirk û hemû dijberên projeya Rêveberiya Xweser:
” Bi tu awayî cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye.
Çawa ku gelên herêmê bi hev re dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî, îro jî bi hevgirtina xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin.”