330 lîder û siyasetvanên cîhanî bi milyaran pere çawa bidest xistin?

Ji doh ve rojeva sereke a dezgehên ragihandina cîhanê, Belgeyên Pandora ye.
Di encama xebatên dem-dirêj a 600 rojnamevanî, bêtirî 12 mîlyon belgeyên veşartî hatin bidestxistin.
Li gorî vê,
Ji 90 welatî eşkere bû ku 330 kes çawa bi rêyên ne qanûnî bi milyaran dolar bidest xistin.
Di nava wan kesan de, ji serok-dewleta bigrin, heta siyasetvan, karsaz û hunermend jî hene.

4 Cotmeha 2006’an ji nişkê ve, sirê bi dehan hukûmet, lîder û siyasetvanên cîhanê derketin holê.

Ev yek jî bi saya belgeyên veşartî yên Wikileaksê eşkere bûn.

Di salvegera 15’an a eşkerekirina belgeyên Wikileaksê, mijarek bi heman rengî ket rojevê.

Ji 117’an welatan derdora 600 rojnamevan ji 14 çavkaniyan 12 mîlyon belge kom kirin.

Encama van xebatên ku demeke dirêj dewam kir doh binavê “Belgeyên Pandora” hat eşkerekirin.

Ev di dîroka rojnamevaniya gerdûnî de, weke xebata herî mezin a kolektîf e.

Pêşengiya wê jî ji aliyê Yekîtiya Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî ve hatiye kirin.

Saziyên ragihandina Îngilîz BBC Panorama û rojnameya the Guardian jî tevî xebatê bûn.

Li gorî vê,

Ji 90 welatan, bidestxistina pereyan bi rêyên dij qanûnî ya 330 kes hate eşkerekirin.

Di nava wan de serok-dewlet, siyasetvan, hunermend û karsaz hene.

Piraniya wan jî ji bo xwe ji dayîna baceyan xelas bikin şîrketên anonîm ango nepen xwestine bi mîlyonan pereyên xwe veşêrin.

Di serê lîseteya Belgeyên Pandor de Şahê Urdûnê Melik Abdullah heye.

Li gorî belgeyan, Abdulla di pêvajoya bûyerên “Bihara Ereban” de bi rêya şîrketên ne qanûnî yên li dervayî welat, bi mîlyonan dolar bidest xistine.

Serokwezîrê Komara Çekê Andrej Babis jî cihê xwe di nava belgeyan de digre.

Babîs bi rêya şîreketên li derveyî welat, qesrek bi buhayê 22 mîlyon dolar kirî ye.

Serokwezîrê berê yê Îngilîstanê Tony Blair ku xwe weke dijberê kesên ji dana baceyan direviyan nîşan dida, ew bi xwe jî têkelî heman karî bûye.

Belgeyên Pandora wekî din eşkere kirin ku Emîrê Dubaî Muhammed bin Raşid el-Mektum jî xwediyê 3 şîrketên deryayî ye.

Serokê Ukrayna Zelenskiy jî tevî hin hevkarên xwe ên siyasî şîrketên deryayî yên fînansê ava kirine.

Her wiha derket holê ku serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev sala 2017’an bi rêya şîrketên nepen 3 milyar dolar pereyên reş, spî kirine.

Têkildarî serokwezîrê Qeterê Şêx Hamad bin Casim jî wiha tê gotin:

Bin Casim ku bi awayekî aktîf cihê xwe di nava şerên li Rojhilata Navîn de girtine, li gelek deveran şîrketên dij qanînî saz kirine.

Bin Casim bi rêya van şîrketan bi mîlyaran dolarên malabata xwe li deverên ewle bicih kirine.

Û wekî wan gelek kesên din di belgeyên Pandora de hatine bicihkirin.

Back to top button