Mîthat Sancar: Komkujiya Pirsûsê despêka serdemeke bi xwîn bû

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemeke bi xwîn bû û got:

Li Tirkiyê, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, weke ku mizgînaya biharê bû.

Lê, hevkarên îro yên desthilatdariyê di 8’ê Hezîranê de biryarên xwe dabûn.

Komkujiya Pirsûsê yekemîn gava biryara fetisandinê bû.

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya li Enqerê de rojevên heyî nirxand.

Mîthat Sancar, bal kişand ser Komkujiya Pirsûsê ya ku 33 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî:

“Komkujî dest pê ka serdemek nû ya bi xwîn bû.

Komkujiya Pirsûsê, weke erdîngariya bi êş mîna rûpelek reş li dîroka bi êş hat bicihkirin.”

Sancar diyar kir ku deshilat dixwaze ser vê komkujiyê bigire û ev tişt anî ziman:

“Heta niha 14 runiştinên vê komkujiyê hatin dîtin.

Lê bi ti awayî bûyer nehat ronî kirin û berpirsiyar derneketin holê.

Di doza ku heya îro dewam dike de, ti pêşketinek çênebûye.

Di heman demê de polîs êrîşî çalakiyên bîranînê yên kesên jiyana xwe ji dest dane, dikin.

Em van êrîşên polîsan şermezar dikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, komkujiya Pirsûsê weke gava yekemîn ya fetisandinê binav kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir.

“Armanc kirin ku hêviyan bifetisînin, têkoşînê têk bibin û pêşiya hevdîtina gelan bigirin.

Me xeyalên wan ciwanan emanet girtiye û ji bo wan soza me heye.

Teqez em ê xeyalên wan bi cih bînin.”

Back to top button