HPG: Yek jê serpêl 12 leşker dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê

Li Çarçella, Çelê û Bestayê çalakî.

Wesayitek hat teqandin û kozikek hatin.

Yek jê serpêl 12 leşker hatin kuştin.

 

Li Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk li ber têkçûnê ye.

Li Başûrê Kurdistanê gerîla benda berxwedanê danîne û li Bakurê Kurdistanê jî çalakiyên xwe zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li bakur û başûrê kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tînin, bi daxuyaniyekê ev agahî parve kir.

“18’ê Tîrmehê gerîlayan li herêma Zagrosê li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker ku ji qada Çarçella ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve diçû, li nêzî qereqola Gemanê çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Di çalakiyê de wesayit hat teqandin û tevî serpelek û kontrayekî bi giştî 7 leşkerên dagirker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonaeke dagirkirinê kir.

Her wiha leşkerên xwe yên mirî û birîndar tevî enqaza wesayitê ji herêmê rakirin.

19’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Rêber yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de derbên xurt li kozik û stargehên dewleta tirk hatin xistin. 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, 19’ê Tîrmehê li qada Şehrîban a herêma Bestayê ya Şirnexê, li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên sekvaniyê hatin kirin.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hatin lidarxistin.

HPG’ê di daxuyanîyê de ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk di 18’ê mehê de herêma Garê, 19’ê Tîrmehê herêmên Zap û Avaşîn û 20’ê mehê jî Gelîyê Basya, Kurêjehro yê herêma Zapê bombebaran kirine.

Back to top button