Dagirkeran gundên Ebû Sira û Hoşan ên Eyn Îsayê topbaran kirin

Berî çend kêliyan dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe, weke her carê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin û dîsa çend gund kirin armanc..

Îro di seatên nîvro de, artêşa Tirk a dagirker û komikên wê yên çete gundên Ebû Sira û Hoşan ên Eyn Îsayê topbaran kirin.

Li rojhilatê navçeyê jî embarên genim hatin topbarankirin.

Vê sibehê jî, mayînek bi erbeyeke girêdayî dagirkeriya Tirk ku li derdora gundê Erîşa yê Til Temirê xindeq dikulandin, teqiya.

Derbarê teqîna erebeyê de, tu agahî nehatin zanîn.

Back to top button