“Bi têkoşînê em ê Rêber Ocalan azad bikin”

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji rojavayê gundewarên Dêrazorê li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan dan.
Endaman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne.

Welatiya bi navê Mereh El Hemed a ji bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê got:

“Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike ku vîna gelên herêmê bişikîne..”

Sece El Ebdullah ji şêniyên bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê got:

“Dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên girtiyan binpê dike. ”

Sece bang kir ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn..

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Suha El Seîd ji bertek nîşan da..

Suha da zanîn ku tecrîd cihê şermê ye ..

Divê rêxistinên cîhanê û mirovî rê bidin ku parêzer û malbat bi Rêber Ocelan re hevdîtinê pêk bînin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Rewda El Ehmed ji dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina tecrîdê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser tune bike.

Back to top button