MXDŞ: Em ê li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker careke din balafiran êrişî Şengalê kir. Meclisa Xweser a Şengalê ragihand ku ew li dijî hemû êrişan liber xwe bidin û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe.

Meclisa Xweseriya Demikartîk a Şengalê li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyanyek da.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Dugurê Hecî Hecem ve hate xwendin de wiha hat gotin

“Weke gelê Şengalê beşek ji Iraqê ne. Lê heya niha Iraqê em wek welatiyên xwe qebûlnekirine.

Niha jî dewleta Tirk li her derê êrîşî ser axa Iraqê dike, gelê sivîl dike hedef û serweriya Iraqê binpê dike.

Em bang li rayederên Iraqê dikin, bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin û rê li ber van êrîşa bigirin.

Em wek civaka Êzidî li ber çavê tevahiya cîhanê tên qirkirin kes helwestê nîşan nade.

Niha jî em dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker. Divê rê li ber van êrişan bê girtin.”

Meclisê di dawiyê de diyar kir ewê heta dawî li dijî êrişan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin.

YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de tu ziyan negihişte hêzên me

Li aliyê din Navenda Ragihandinê a YBŞ’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa duh de tu zirarek negihiştiye hêzên wan.

Back to top button