Li navçeya Pirsûs a Rihayê 23 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Polîsên dewleta Tirk li navçeya Pirsûs a bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 23 kes binçavkirin.
Li Îzmîrê jî di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî li Bakur Kurdistanê û Tirkiyê dewam dikin.

Polîsên dewleta Tirk li Pirsûs a bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bi ser malan de girtin.

Operasyona qirkirina siyasî li dijî endamên HDP û DBP’ê pêk hat.

Di vê operasyona qirkirina siyasî de 23 kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku Hevserokên navçeya Pirsûsê yên DBP’ê û HDP’ê jî di nava kesên binçavkirî de ne.

Her 23 kes sewqî Dadgeha Rihayê hatin kirin.

Dozger bi daxwaza girtinê 23 kes sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê kirin.

Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 23 kesan de biryara girtinê da.

Li îzmîrê gelek kes hatin girtin

Li Îzmîrê jî di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ku li Çankayayê ye.

Back to top button