Îlham Ehmed: Divê em gefên dewleta Tirk demkî negrin dest

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, derbarê gefên êrişeke nû ya dewleta Tirk de da zanîn di qada Navneteweyî de ew hewl bidin ku êrişek pêk neyê û got,
Dema ku êrişek pêk were em ê jî li ber xwe bidin. Dema li dijî dagirkerî û êrişan parastina xwe dikin mafê tu kesî tine ye ku bibejin hûn çima xwe diparêzin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed duh derbarê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji ajansa Hawarê re axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku ger em gefên dewlea Tirk demkî bigrin wê şaş be, û dazanîn ku dewleta Tirk li hember gelê kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne, divê hin aliyên kurdî vê rastiyê bibîne.

Îlham Ehmed: Dewleta Tirk ji bo radestkirina Idlibê di nav bazarê de ye

Îlham derbarê civîna Soçî ya di navbera Putîn û Erdogan de dazanîn ku dewleta Tirk sozê derbarê Idlib û Rêya M4 dabû pêk neaniye û Erdogan li heberamberê radestkirina hin deverên Idlibê daxwaza ciheke din dike.

Îlmam dazîn ku êdî herkesî fêmkiriye ku dewleta tirk dixwaze wek dagirker li herêmê bimîne.

ÎLHAM EHMED: DEWLETA TIRK BI ÊRIŞAN DIXWAZE DAGIRKERIYA XWE REWA BIKE

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê di berdewamiya nirxandina xwe de bêdengiya hêzên garantor rexnekir û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên bejahî û hewayî ve diwaze dagirkeriya xwe rewa bike.

Îlhma Ehmed: Heta kêr li ser qirika me be pêwîstiya me bi çekê heye

Îlham Ehmed li hember êrişeke îhtîmal balkişand li ser giringiya xweparastinê

Back to top button