Jinên ji Efrînê: Dema ku em li vir diçin nav darên zeytûnan Efrîn tê bîra me

Jinên Efrînî yên ku koçberî Şehbayê bûne bi hatina demsala zeytûnana re li Şehbayê zeytûnan berhev dikin.
Jinên Efrînê dibêjin: “Dema em li vir li nav darên zeytûnan dixebetin timî Efrîn tê bîra me. Li Efrînê çete darên me qut dikin.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê warê zeytûnan Efrîn dagir kirin gelên Efrînê berê xwe dan Kantona Şehbayê.

Li kantona Şehbayê û bi hatina demsala Zeytûnan gel berê xwe dide nava zeviyan ji bo çinîna zeytûnan.

Li sernaserî salê gelê Efrînê li Şehbayê xizmeta darên zeytûnan dike ji bo ku sûdê ji wan bigre.

Li warên wan ên dagirkirî çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnan ku bi salan bi keda destên Efrîniyan hatine mezinkirin qut dikin.

Jinên Efrînê yên li Şehbayê ku bi demsala hatina zeytûnan, zeytûnan diçinin nêrînên xwe anîn ziman.

Hemîde Menan Memo da zanîn ku li Efrîna dagirkirî çeteyên li wê derê dimînin nahêlin gel erzaqên xwe kom bike, bi taybetî bi hatina demsala zeytûnan.

Dayika bi navê Emîne Ehmed Reşîd jî piştî ku ji Efrînê koçber bûye û niha bi hatina demsala zeytûnan xizmeta darên li Şehbayê dike.

Heyat Mustafa diyar kir ku dema ew xizmeta darên xelkê dikin warê zeytûnan tê bîra wan.

Back to top button