3sala tijî wêrankirina û sûcên hobane derbas bûn digel wê jî civaka navnetewî hîna xwe li kurbûn daniye.
Şahidên êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê behsa wê rojê dikin û teqez kir ku Tirkiyê hovantirîn sûc pêk anîn.
3 salên dagirkeriyê, gelek sûcên şer ên hovane bi ser serê şêniyên Efrînê de anîn.
Piştî berxwedana 58 rojan, çeteyên Tirkiyê derbasî Efrînê bûn û serdemeke nû ya teror û sûcan bi koçberkirina şêniyên resen destpê kir.
Di dirêjahiya 3 salên dagirkirinê de, digel azaran, koçberên Efrînê dem demê ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin.
Yên li Efrînê mayî jî, sûcên hovane li dijî wan pêk tê û cihên dîrokî û olî jî neflitîne.
Şahidên êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê, ji ANHA’yê re axivîn.
Dilovan Seydo di dema êrişan de kardroyekî tibiyê yê nexweşxaneya Avrîn bû ev nexweşxane jî hat armanckirin.
Dilovan gelek zehmetî kişandin dibêje; Efrîn dorpêçkirîbû û ji roja yekemîn ve heta roja 58an komkujî çêdibû.
Pêşketina di warê ziman de li Efrînê bi taybet çêbû, hişt ku artêşa Tirk a dagir herêmê bike armanc û dagir bike.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl da zanîn ku, artêşa Tirk a dagirker derdora 86 dibistan kirin armanc û ew wêran kirin.
Piştî artêşa Tirk a dagirker Efrînê dagir kir, hemû mezargeh û deverên dîrokî yên êzidiyan wêran kirin.
Endamê Gerînendeya Şûnwaran a li Efrînê Selah Sîno anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 55 şûnwar wêran kir û deverên şûnwaran bi destên Sûriyan têne kolandin û ji dewleta Tirk re têne şandin.
Parêzer û çalakvanê hiqûqî Cibraîlê Mistefa destnîşan kir ku sûcên hovane yên Tirkiyê digihêje asta sûcên şer û qiririnê.
Cibraîlê Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk qanûn navnetewî binpê kirine û Efrîn digel dagirkirinê bûya jêdera perwerdekirina çeteyan û terorîstan.