Wezîrê Karê Derve yê Yewnan: Em plana berfirehkirina sînorê li rojhilatê Giritê dikin

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias ragihand ku ewê sînorên xwe yên deryayî li rojhilatê grava Girîtê berfireh bikin.

Nikos Dendias têkildarî mijarê ku di parlamentoyê de li ser hatibû nîqaşkirin axivî.

Dendias gotina serokwezîr kiryakos Miçotakîs ya beriya niha bi mehan li ser Girîtê kirî bibîrxist û wiha got:

Erê ji xwe Girît, ev yek rojhilatê Girîtê jî digre nava xwe.

Em plandkin ku bejahiya erdê xwe yê li rojhilatê Girîtê dikeve berfireh bikin.

Li ser pirsa ku gelo serokwezîr û wezîrê karê derve li ser mijarê cuda difikirin jî Wezîrê Karê Derve ev tişt anî ziman:

Ne gengaze ku ji derveyî polîtîkaya serowezîr xeteke din were meşandin.

Ti serokwezîrek Yewnanîstanê mijara bejahiyê nak mijara nîqaşê.

Ji ber ku ev yek mijara serweriyê ye.

Ne mijara gotûbêjane.

Dendias anî ziman ku ji bo Yewnanîstan sînorên xwe yên bejahiyê berfireh bike, pêwist nake bi welatên derdor re bikeve nava danustandinan.

Back to top button