Îro, 3. kongreya ciwanên Êzidî bi beşdariya 300 delege, 200 mêvan û ciwanên Ereb û Şîa hat li Şenalê hat li dar xistin. Di kongre de axaftina hatin kirin û hat gotin: Divê ciwan tevlî berxwedana li Şengalê bibim.
3. Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzidî-YCÊ bi beşdarbûna 300 delege û 200 mêvanên ji derve û Şengalê û bi tevbûna ciwanên Ereb û Şîa li navçeya Sinûnê a Şengalê hat lidarxistin.
Kongre bi dirûşmeya Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe tolgirtina 74 fermanan û misogerkirina xweseriya şengalê” pêk hat.
Di kongreyê de axaftina destpêkê, Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan kir û got:
“Em di serî de vê Kongereyê li tevahiya şehîdan û Rêber Apo, hêzên xwe yên parastinê, gerîla pîroz dikin.
Em wek Yekîtiya ciwanên Êzidî, vê kongreyê di meha Tebaxê de lidar dixin, da ku dijmin zanibe, ew ê nikaribe me bi êrişan tune bikin.”
YBŞ: Ciwanên Êzidî xwedî Îrade ne û wê bersiva êrişan bidin
Liser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê jî Dilşêr Qîranî axivî û kongre li ciwanên Êzidî pîroz kir ev yek got:
“Eger ciwanên Êzidî xwe bikin yek û bibin yek dest, ew ê karibin bersiva hemû êrîş û pilanên li ser Êzidyan bidin.
Ciwanên Êzdî xwedî îrade ne, ev yek di dîrokê de jî hatiye dubarekirin.
Em wek YBŞ û YJŞ’ê heya dawî, heya xweseriya Şengalê û pêkanîna xewin û xeyalên Şehîdan, em ê bi ciwanên xwe re bin.”
TAJÊ: Pêwîste ciwan xwedî li xaka xwe derkevin
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê jî Şemê Remo axivî û got; “Dijmin niha rê vekiriye ku berê ciwanên me bide derveyî welat.
Pêwîste ciwanên me li axa xwe xwedî derkevin û vegerin li ser warê xwe.
Tevlî berxwedana Şengalê bibin. Pêwîste ciwanên me li pişta hêzên xwe yên parastin bin.”
Li ser navê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Hevgirtina Ciwanên Êzdî ya ji Ewropa jî axiftin hatin kirin û hat gotin:
“Li her devera cîhanê pêwîstî bi rêxistinbûna ciwananên Êzidî heye.
Piştî peyaman, rapora kar û xebatên ciwanan a dû salan hat xwendin û nîqaş li ser rêxistinkirina ciwanan hat kirin.