Şanaz Îbrahîm: MÎT’a Tirk li heremê terorê dike

Li dijî êrîşa li ser balafirgeha Silîmaniyê hêrs û bertek li Başurê Kurdistanê bilind dibin.
Ji bilî PDK’ê gelke hêz û aliyên Başûr bi peyama yekitiya neteweyî êrişê şermezar kir û li dijî êrişan daxwaza yekitiya neteweyî kirin.

Li Başurê Kurdistanê, li dijî êrîşa li ser balafirgeha Silîmaniyê hêrs û bertek her diçe zêdetir dibe.

Ji bilî PDK’ê, gelek hêz û aliyên Başûr bi peyama yekitiya neteweyî êrişê şermezar kir.

Rêvebera Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm, derbarê êrişa duh ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Şanaz Ibrahîm: Tirkiye bi dronan xaka Kurdistanê bombebaran dike

Şanaz Îbrahîm diyar kir ku liv û tevgera terorîstan li Silêmaniyê zêde bûye, MÎT’a Tirk di nav kolanên başûr terorê dike, Tirkiye bi dronan xaka başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Derbarê daxuyaniya berdevkê Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê de jî, Şanaz Îbrahîm ev tişt got:

“Di daxuyaniyê de ti mohrek hikumetê nîne, em Kurdin û qedera me yeke. Em bi ser çend welatan hatine dabeşkirin, lê nabe em pişta xwe bidin hev, xak û zimanê me yeke.

Şanaz Îbrahîm anî ziman divê Tirkiye lêborînê ji Iraq, Herêma başûrê Kurdistan û j Silêmaniyê bixwaze û got:

“Divê Herêma başûr Kurdistanê li dijî vê bûyera terorîstî ya ku Tirkiyê kir helwestek cidî nîşan bide.”

Hacî Mehmud: Ev êriş li dijî xelkê Herema Kurdistanê ye

Sekreterê Hizba Sosyalîst ya Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd jî êriş bi tundî şermezar kir.

Hacî Mehmûd diyar kir ku êriş ji aliyê kîjan hêzê ve hatibe kirin, nayê qebûlkirin û got:

“Êrişa li ser balafirxaneya sivîl ya Silêmaniyê û çêkirina ne aramiyê, dijî hemû xelkê başûrê Kurdistanê ye.”

Waliyê parêzgeha Silêmaniyê: Hêvîdarim lêkolînek berfireh were kirin

Waliyê parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebubekir jî têkildarî mijarê axivî û êriş şermezar kir.

Ebubekir diyar kir Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, balefirgehek sivîl e û got:

“Hêvî dikim ku buyerên wiha carek din dubare nebin.

Ji bo bi berfireh lêkolînkirina êrişa duh ya ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî nava guftûgoyan de ne.”

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê êrişa li Silêmaniyê şermezar kir

Derbarê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê jî daxuyaniyek weşand.

Nûnertiya HDP’ê bang li Encumeniya Nûneran a Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku demil dest li dijî êrişan bertek û helwestek zelal nîşan bidin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Navneteweyî jî ku rê li ber êrişên hovane yên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button