Di 150 êrîşên li ser herêma Tigrayê de nêzî 2 hezar sivîl hatin kuştin

Hovîtiya ku artêşa Etiyopya li dijî gelê Tigrayê pêk aniye, her diçe eşkere dibe.
Di encama 150 êrîşên artêşa Etiyopya li dijî herêmên Tigrayê de nêzî 2 hezar kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ku di tora The Guardian de cih girtî, tîmek ya Belçîka ya ji Zanîngeha Ghent ji bo komkirina nasnameya kesên li Tîgrayê hatine kuştin li herêmê bûn.

Tîmê têkildarî êrîşa ku despêka Mijadara 2020’an pêk hatî lêkolîn kir.

Tîmê ji malbatên qurbanî û çavkaniyên çapemeniyê agahî kom kirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku nêzî 2 sivîl ji aliyê artêşa Etiyopa ve hatine kuştin.

Piraniya sivîlan di encama topbaran û êrîşên balefiran de mirine.

Prof. Jan Nyssen yê ku lêkolîn birêve dibe got:

Pêwiste kesên hatine kuştin neyên jibîrkirin û sûcdar werin cezakirin.

Lîsteya kesên ku hatine kuştin asta giranbûna şer dide xuyakirin.

Back to top button