Ji London û Tokyo peymana parastinê

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak û hempîşeyê wî yê Japonî Fumio Kishida, peymanek parastinê êmzekirin.
Li gorî peymanê êdî hêzên leşkerî yên van welatan dikarin li ser xaka welatê din bicih bibin.

Japonya ji bo xurtkirina parastina welat demek dirêje di warê leşkerî de dest bi tevgerê kiriye.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida jî bi heman armancê dest bi gera xwe ya li Ewropa kir.

Di çarçoveya serdana Fumio Kishida de Brîtanya, Fransa, Îtalya, Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka heye.

Serdana despêkê li Îngilistanê bû.

Fumio Kishida li gel hempîşeyê xwe yê Îngilistanê Rishi Sunak civiya.

Civîna ku piştî biryara her du welatan a ji bo pêşxistina balafirên şer ên hevpar di meha borî de pêk hat, hevkariya parastinê ya dualî derxist asteke nû.

Sunak û Kishida peymanek parastinê îmze kirin ku rê dide welatan ku hêzên leşkerî li ser xaka hev bi cih bikin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îngilistanê de hat destnîşankirin ku peymana wê hevkariya parastin û ewlehiyê ya herdu welatan xurtir bike, “peymana herî girîng a parastinê ya di navbera Îngiltere û Japonyayê ya ji 100 salî zêdetir e” ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Îngilîstan yekemîn welatê Ewropayê ye ku bi Japonyayê re Peymana Gihîştina Hevbeş îmze kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngava dawî wê biryardariya Îngilîstanê ya ji bo ewlekarî û aramiya herêma Hind-Pasîfîkê xurt bike.

Back to top button