Nasrallah: Em ê bersiva her êrişeke Îsraîlê bidin

Di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de careke din rageşî zêde bûye.
Lîderê Hîzbûllah a Libnanê Hesen Nasrallah diyar kir ku ew ê bi rengekî “guncaw û bi rêje” bersivê bidin êrişên hewayî yên Îsraîlê.
DYA jî bang li Hizbullahê dike ku êrişên xwe yên li ser Îsraîlê bide rawestandin.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta êrişa ji aliyê Lîbnanê ve li ser wê hatiye kirin, roja Pêncşemê êrişên hewayî li dijî Libnanê pêk anî.

Hîzbûllahê jî piştî rojekê bi zêdeyî 10 roket Îsraîl kir armanc.

Îsraîlê jî bi topavêjê bersiv da.

Bi wesîleya salvegera şerê 33 rojan yê 2006’an ku Îsraîl û Hîzbûllah hatin hemberî hev, Lîderê Hîzbûllah a Libnanê Hesen Nasrallah axivi.

“Bersiva me têkildarî êrişên hewayî yên Îsraîlê ku piştî 15 salan li başûrê Lubnanê pêk aniyî bû.”

Êrişên hewayî yên Îsraîlê yên 2014’an li hemberî qadeke li nêzî Sûriyeyê hatibûn kirin.

Lîderê Hîzbûllahê got,

“Em dixwazin vê yekê ji dijmin re bêjin; Êrişên hewayî yên li dijî Libnanê hemû wê bersiva xwe bibînin, lê belê bi rengekî guncaw û bi rêje. Em dixwazin welatê xwe biparêzin.”

Nasrallah: Em ji şer re amade ne

Nasrallah êrişên hewayî yên Îsraîlê weke “hewldaneke gelekî metirsîdar” bi nav kir û ev tişt anî ziman:

“Em naxwazin têkevin şerekî, lê belê em ji vê re amade ne.”

Rayedarên Îsraîlê jî roja Înê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ew naxwazin ber bi “şerekî rasteqîn ve” alozî mezin bibe, lê ji vê yekê re amade ne.

NY banga agirbestê li aliyan kir

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Libnanê ji ber rewşa heyî dabû û ji bo agirbestê banga “lezgîn” kiribû.

DYA’yê jî bang li hikumeta Libnanê kiribû ku tavilê êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê bidin rawestandin.

Back to top button