Li Evxanistanê 27 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Li Herêma Qendûz a bakurê Evxanistanê, 27 çekdarên Tevgera Talîbanê, di nav de, fermandarekî herêmî hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Artêşa Evxanî ragihand ku duh êvarî Hêzên Ewlekariyê, weke bersiv ji êrîşên Talîbanê yên li devera Xan Ebad û Deşt Ê Erşî, ev operasyon pêk anî.

Li gorî daxuyaniya artêşê, jimarek mezin a çekdarên Talîbanê li devera Îmam Sahib jî kom bûbûn, da êrîşeke berfireh li dijî hêzên Ewlekariyê pêk bînin.

Înê jî, di êrîşeke Tevgerê li ser xaleke kontrolê li rojhilatê welêt de, 25 leşkerên Evxan hatin kuştin.

Ev 10 roj in, ev hev-êrîş pêk tên, ango ji çaxê Amerîka û Talîbanê li ser lihevkirinek Aştiyê li hev kiriye.

Li gorî lihevkirinê, wê jimara hêzên NATOyê kêmtir bibe û divê Talîban şerê DAIŞ û Qayîdayê li Evxanistanê bike.

Back to top button