Erdheja Krwatiya..tevî dêra paytextê ya navdar, ziyan gihaşt gelek avahiyên bajêr

Li paytexta Krwatiya Zagribê, erdhejekê rû da û di encamê de ziyan gihaşt gelek avahiyên li bajêr û di nav de dêra Zagribê ya navdar.

Ajansa çavdêriya erdhejan a Ewropayê ragihand ku erdhej bi pileya 5,3 bû û navenda wê 7 KM li bakurê Zagribê bû, her wiha kûrbûna wê jî 10 KM bû.

Desthilatên xwecihî der barê çêbûna ti qurbanan tiştek ranegihand, lê ji ber erdhejê ziyan gihaşt gelek avahiyên li bajêr.

Her wiha ziyan gihaşt katidra’îya Zagrib a navdar û birceke wê rûxiya.

Tê zanîn, li devera Belqan, bizava erdhejan çalak e.

Back to top button