Polonya ji hebûna Wagner ya li Belarûsê bifikar e

Serokê Polonya Duda îşaret bi vê metirsiyê kir û peyama hişyariyê bû welatên herêmê da.
Li gorî NATO’yê ji bo bertekeke muhtemel hîn zû ye.

Şandina leşkerên koma Wagner bo Belarûsê, li Polonyayê nerehetiyek zêde daye avakirin.

Serokê Polonya Andrzej Duda got,

“Em îro nikarin egeriya metirsiya çekdarên Wagner yên li Belarûsa sînorê Plonya, ya li ser Lîtvanya û heta Letonya nebînin.”

Duda anî ziman ku ew li ser rastiya şandina çekdarên Wagner ya ji bo Belarûs mereq dike û gelek caran ji xwe pirsa gelo li pey vê çi heye kiriye.

Polonaya leşkerên nû li sînorê welat bicih dike

Wezîrê Parastinê yê Polonya Mariusz Blaszczak jî balkişand li ser vê metirsiyê û got:

Ew ê hêza leşkerî ya li sînorê welat zêde bikin.

Daxuyaniya wezîr piştî civîna Ewlekariya Netewî û Wezareta Parastinê ya Polonya pêk hat.

Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda jî piştî geşedanên roja Yekşemê daxwaza piştgirîyê ji bo rojhilatê NATOyê kir.

NATO: Hîna ji bo fikarên bicihbûna Wagner li Belarûsê zû ye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Sêşemê got “hê zû ye ku em hin encaman derbarê şandina Prigojin û leşkerên wî bo Belarusê derxin”.

Ji aliyê din ve Stoltenberg jî bal kişand ser wê yekê ku endamên Hevpeymaniyê ji bo parastinê amade ne.

Zelensky: Divê hevalbend peyamek rasterast bidin

Di dema ku Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku divê NATO ji bo xweparastinê peyamek rasterast bide de, Fransa bang li hevalbendan kir ku ji koma Wagner dûr bisekinin.

Fransa: Divê ye cezayên ser Wagner zêde bike

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî diyar kir ku divê cezayên Ewropayê yên li dijî Koma Wagner ji ber çalakiyên wê yên li Ukrayna û Afrîkayê tundtir bin.

Piştî ku çekdarên Wagner dawî li serhildana xwe ya çekdarî ya li dijî Moskowê anî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman dabû ku çekên giran ên vê komê radestî artêşa Rûsyayê bikin.

Putin piştî vekişîna serhildêran roja sêşemê ji bo cara yekem daxuyanî bo endamên Wagner da û sê vebijark pêşkêşî wan kir.

Ew jî; Bi peymanekê beşdarbûna nava Wezareta Parastinê.

Vegera li malbat û xizmên xwe.

Çûyîna Belarûsya.

Serokê Wagner Yevgeny Prigojin jî piştî razîkirina Lukaşenko berê xwe dabû Belarûsê.

Krîza Wagner û rewşa dawî

Back to top button