Yên ku bi pêşengiya Zîlan xwe gihandin sira fedaîtiyê re

Xwedawend û fermandara hemû deman.. Zilan ya bi çalakiya xwe xwe gihandî sira serkeftinê.. Çalakiya Zilan, dilxwaza azadiyê rastiya Zîlan derxiste holê. Sibe salvegera 27 şahadeta xwedawend Zîlan e. Îro jî li ser rêya wê bi hezaran têkoşîna azadiyê didin meşandin. Destanên qehremaniyê dinivîsin

Mirov bi qasî ku li ser bingeha jiyaneke rast bi jiyanê re bûye yek, heye.

Li warê ji jiyana rast û wateya mezin a jiyanê hêza rasteqîn xwe dide der.

Gava ku rastiya dîrokê destpê dike, ya hêzê li hêzê zêde dike, hingî mirov bi pey hestên wijdanî û lêpirsîna xwe bi xwe dike.

Daxwazên te, hewldana xwegihandinê cihê herî pîroz ê dîrokê ji xwe re kiriye dergah.

Tu dibîne ku ji bo xwe bigihîne vê astê ji canê xwe jî wêdetir li tiştên hîn hêja geriya ye.

Mîna xwedawend Zîlan.

Zîlan agirê pîroz hembêz kir û ber bi rojê ve bi armanca xwegihandina bêdawîbûna kûrahiya eşqê meşiya.

Tenê bi hîskirinê xwedawenda bi agir re direqise dikare bê fêhmkirin.

Rastiya ku xwedawend Zîlan da ser vê rêyê divê were fêhmkirin.

Rabûna Rêbertî, rastiya Kurdistanê hîn bêhtir şênber kir.

Vejîna Kurdistanê di nava rastiya me ya gel de jidayikbûna Zîlan, Bêrîtan, Mazlûm, Xeyriyan e.

Ya bi esasî girîng ew e ku li cih û dema rast bûyîna xwe pêk bîne.

Ji bo xwedawend Zîlan bê fêhmkirin divê mirov xwe berde kûrahiya dil.

Xwedawend Zîlan hingî li çi fikirî?

Li dijî komploya ku dixwestin li hemberî Rêbertî bikin, Zîlan nîşan da ku têkoşîn tenê bi rengekî fedaî dikare bê kirin.

Zîlan bû ispata wê yekê ku pêşiya têkoşînê bi fedaîtiyê dikare bê vekirin.

Ew jî rastiya Kurdistanê ye…Û ew kêliya ku li bendê bû hat.

Di 30’ê Hezîrana 1996’an de Zîlan ji bo jinûve bûyînê bi rê ket.

Zîlan bi çalakiya xwe dewleta Tirk hejand, li ser zimanan bû stran, bû hêvî ji mirovên bêhêvî re mayîn,

Û bû îfadeya herî mezin a daxwaza azadiyê ya gelê Kurd.

Armanc serxistina kêliyê bû.

Ya ku Zîlan kir Zîlan encama daxwaza azadiyê ye.

Ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘manîfestoya jiyana nû’ hate pênasekirin.

Şopdarên Zîlan a bû manîfesto, pêl bi pêl ber bi wê ve beziyan.

Heta ku yên bi pêşengiya Zîlan xwe gihandine sira fedaîtiyê hebin, wê PKK wê rojekê teqez bi ser bikeve.

Back to top button