Li Îranê bagera tozê: 1191 kes rakirin nexweşxaneyê

Ev 6 roj in li Îranê bagera tozê heye û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike.
Heta niha hezar û 191 kes rakirine nexweşxaneyê û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li bajarên Zabul, Zehek, Hamun, Hirmend û Nimruz ên Eyaleta Belucistan a Îranê ji ber bagera tozê di nava 6 rojan de herî kêm hezar û 191 kes rakirin nexweşxane û navendên tipê.

Hat zanîn ku ji welatiyên rakirin nexweşxaneyê hezar û 19 jê li ser pêyan hatin dermankirin û li malên wan hatin vegerandin.

Tedawiya 171 kesan jî didome.

Hat ragihandin ku welatiyekî jî ji ber bagera tozê jiyana xwe ji dest daye.

Paytexta Îran Tehran di nava yek ji bajarên cîhanê yên hewaya wê qirêj de ye.

Di nava demên derbasbûyî de, ji ber qirêjiya hewayê gelek caran dibistan hatin rawestandin.

Back to top button