Li Parîsê kuştina ciwanê 17 salî tê pirotesto kirin

Xwepêşandanên piştî kuştina ciwanekî 17 salî li paytexta Fransa dest pê kiribûn, bi dawî nabe.
Xwepêşandêran careke din çalakiyên pirotestoyî lidarxistin.
Di çalakiyan de di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn derket.
Herî kêm150 kes hate binçavkirin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron banga civîneke awarte ya yekîneya krîzê ya navwezaretî kir.

Kuştina ciwanê 17 salî, kolanên Fransayê dişewitîne.

Xwepêşandanên ku roja Sêşemê piştî kuştina ciwanekî 17 salî li paytexta Fransa Parîsê dest pê kiribûn, bi dawî nabe.

Xwepêşandêran doh careke din guh nedan hişyariyên polîsan û çalakiyên pirotestoyî lidarxistin.

Polîsan di xwepêşandanan de 150 kes binçavkirin

Di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket û herî kêm 150 kes hatin binçavkirin.

Piştî vê xwepêşandan li bajarên din jî belav bûn.

Pevçûnên herî dijwar jî li taxa Nanterre ya li rojavayê Parîsê ya ku ciwanê bi navê Nahel M lê hatibû kuştin qewimîn.

Xwepêşanderan li dijî polîsan molotof bi kar anîn û tesîseke elektrîkê şewitandin.

Hate ragihandinê ku li taxa Nanterre polîs neçar mane ku qismî ji wir vekişin.

Macron banga civînek awarte kir

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron têkildarî rewşa heyî banga civîneke awarte ya yekîneya krîzê ya navwezaretî kir.

Emmanuel Macron diyar kir tundiya piştî ciwanek 17 salî ji aliyê polîsan ve hat kuştin, ne rewa ye.

Macron her wiha ji bo parastina saziyan û avakirina aramiyê spasiya hêzên ewlehiyê kir.

Serokomarê Fransa bang li hêzên ewlekariyê kir di meşa bêdeng a ku ji bo bîranîna Nael tê lidar xistin de tundiyê bi kar neynin.

Back to top button