HPG: Li Zap û Metîna 32 leşkerên Tirk hatin kuştin derb li 2 helîkopteran hat xistin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê derbên giran li artêşa Tirk didin. Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna ên Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 32 leşkerên Tirk hatin kuştin, derb li 2 helîkopteran û dronekê hate xistin. Her wiha HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk a ku sûcê şer dike 34 caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê Ragihand Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi Ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin, derbên giran li dagirkeran didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê 7’ê Tîrmehê Tîmen Gerok yên YJA Starê li hêzên dagirker yên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Umîd xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê hêzên me derb li dronekê xistin ku li ser Qada Çemço digeriya.

8’ê Tîrmehê li Qada Karker tîmên me yên gerok bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin 2 jî birîndar bûn.

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna 5 û 6’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li qada Sêdarê ya girêdayî Girê Amêdiyê çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de herî kêm 12 dagirker hatin cezakirin.

7’ê Tîrmehê li Girê Amêdiyê di çalakiya hêzên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Dîsa heman rojê dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Girê Şehîd Pîrdoxan ve biçin bûn hedefa hêzên me. Di çalakiya sabotajê de 7 dagirker hatin cezakirin.

Dîsa 7’ê Tîrmehê li Girê Amediyê hêzên me sê caran bi şêwazê sabotajê li dagirkeran xistin û di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk a dagirker qada çalakiyê bi balafirên şer 10 caran bombebaran kir û xwestin cenazeyên xwe tune bikin. Artêşa dagirker cenazeyên ku parçe kir li qadê hiştin.

Heman rojê li Girê Cûdî dagirkerek di encama çalakiya sekvaniyê a gerîlayên YJA Starê de hat cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker sûcê şer dike 34 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

7’ê Tîrmehê derb li 2 helîkoperên Skorsky hate xistin ku dixwestin li Girê FM û Girê Amediyê deynin. Helîkopterên ku derb xwarin ji qadê dûr ketin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 7 û 8’ê Tîrmehê Artêşa Tirk a dagirker ku sûcê şer dike, 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 6 caran bi balafirê şer û bi dehan caran bi helîkopterên şer û obusan qadên berxwedanê yên gerîla bombebarankirin.

Back to top button