PUTIN Û ERDOGAN ÎRO LI MOSKOWAYÊ LI HEV DICIVIN

Serokê AKP’ê Erdogan diçe Rûsyayê.

Li ser maseyê gelek rojevên nîqaşê hene.

Yek jê jî mijara herêma bi-ewle ya li Bakurê Sûrî ye.

Erdogan bi xwe jî gotibû;

“Em ê nehêlin herêma bi ewle bibe çiraveke nû.”

Lê xuya ye dewleta Tirk bi xwe ketiye çiravê.

Li Sûriyê pênc hêzên herêmî û navnetewî şerê hev dikin.

Emerîka, Rûsya, Israîl, Îran û Tirkiye..

Ji ber ku Sûrî navenda guhertina li herêmê ye, Emerîka li vir e.

Rojhilata Navîn a nû, bi gotineke din dîzayna nû wê ji encamên şerê li Sûriyê diyar bibe.

Emerîka di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê, kêmkirina serweriya Îranê li Sûriyê, parastina ewlekariya Isaîlê û pêvejoyeke siyasî ya nû li Sûriyê ye.

Rûsya dixwest di deriya Sûriyê re heybeta xwe ya navnetewî careke din vegerîne.

Putîn bi xwe jî got;

Ger bi destê min ba, min ê nehişta Yekîtiya Sovyet hilweşiya.

Rûsya bi Îran û Tirkiyê re pêvajoya Astana û Soçiyê dest pê kir û bi vî awayî rejîma Sûrî li ser piyan hişt.

Îran li pey xewnên hegemoniya şî’ya ya klasîk ketiye û bi Tirkiye, Rûsya û rejîma Sûriyê re di têkiliyên stratejîk de ye.

Dewleta Tirk stratejiya xwe li ser gurkirina neteweperestiya dînî li hundir û derve danî û Kurd xistiye hedefa xwe.

Israîl ji bo parastina ewlekarî û berjewendiyên xwe yên li herêmê bi hemû hêzan re di têkîliyê de ye.

Di vê kaosê de, hêzeke nû li ser erdê derket û hêviyên guhetina demokratîk bi xwe re anîn.

Hêzên Sûriya demorkatîk QSD’ê ku ji tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê, karîbû çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û rojhilata navîn têk bibira.

Piştî ku DAIŞ ber bi dawiyê ve hat, Emerîkayê biryara vekişînê ji Sûriyê da.

Niha li vê herêmê behsa herêmeke bi ewle tê kirin.

QSD’ê bi şerta ku di bin serperştiya navdewletî de be, ev herêm qebûl kir..

Lê ev yek li zora dewleta Tirk çû.

Serokê AKP’ê Erdogan wiha got:

“Em ê nehêlin herêma bi ewle bibe çiraveke nû.”

Îro Erdogan diçe Rûsyayê û bi serokê wî welatî Vladimir Putîn re hevdîtinê dike.

Rojeva sereke ya li ser maseya hevdîtinê, herêma bi ewle û rewşa li bakur û rojhilatê Sûrî ye.

Ev yek di wextekê de tê ku navbera rêveberiya xweser û Şamê de danûstandin û toreke nû ya hevdîtinan dest pê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kiribû ku ew piştgiriyê didin danûstandinên navebera rêvevberiya xweser û Şamê de.

Leave a Reply

Back to top button