Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 6 kes bi Coronayê ketin

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li her du taxan 6 kes bi vîrûsê ketine.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî 6 rewşên bi vîrûsê hatin tomarkirin.

Meclisa Tenduristiyê ya her du taxan ragihand ku 6 kes li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi vîrûsa Coronayê ketin.

Li gorî daxuyaniyê ji wan 6 nexweşan, 2 nexweş baş bûne û 4 nexweşên din li malê di karantînaya de ne û di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Neşet Zîbar diyar kir ku ekîbên wan rojane serdana nexweşan dikin.

Neşet Zîbar ji şêniyan xwest ku dema nîşaneyên vîrûsê li wan xuya bûn an jî ji hinekan bi guman bûn, yekser agahiyê bidin wan.

Neşet Zîbar bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsê were girtin.

Back to top button