Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan hêvî ye

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêber Apo hewldanên kesayet û saziyên cîhanî didomin.
Yek ji wan, Parêzerê Nelson Mandela û endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê Kîsten Govender e.
Govender diyar dike Rêber Apo ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye û dibêje: “Divê em li Afrîkaya Başûr hîn bêhtir li ser pirsgirêkên Kurdan hişyariyê ava bikin.”

Parêzerê Serokomarê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Kisten Govender tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Kisten Govender ku di Şandeya Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire rojên dawî li Tirkiye û Kurdistanê hevdîtin pêk anîbûn.

Govender di nirxandina xwe de despêkê bal kişand ser rewşa wekhev a Rêber Apo û Mandela.

Parêzer Govender got:

Mandela 27 sal an li Girava Rebbon girtî ma û Abdullah Ocalan jî 25 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye.

Ev rastî ya hebûna wan bi awayekî sembolik dişibîne hev didomîne û ji bo mirovan tîrêjek hêviyê ye ku gel jî bi vê fikrî ve girêdayî ye.”

“Rewşa li girtîgeha Îmraliyê, ji ya greva robben gelekî derbas dike”

Govender, anî ziman çawa ji Rêber Apo agahî nayê stendin, bûye şahîdê rewşa Mandela jî ku eynî tişt jiya bû û got:

“Lê rewşa niha a li Girtîgeha Îmraliyê ji Gireva Robben ku Mandela lê bû gelekî derbas dike.”

Bi domdarî Govender, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku li ser vexwendina Mandela wê biçûya Afrîkaya Başûr bi bîr xist û ev tişt anî ziman:

“Eger hevdîtina Mandela bi Abdullah Ocalan re pêk bihata, di pirsgirêka Kurd de Afrîkaya Başûr dikaribû bibûya aktorek pir bibandor. Afrîkaya Başûr bi ezmûna xwe ya li hemberî berxwedana qirkirinê jiyabû, dikaribû li hember van pêkhatiyan jî rawestiya. Ev firsendeke dîrokî bû ji dest me çû.”

“Gerek em hîn bêhtir li ser pirsgirêkên Kurdan hişyariyê ava bikin”

Parêzerê Nelson Mandela û endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê Kisten Govender xwest binpêkirinên mafa ên li dijî Rêber Apo werin bidawîkirin û wiha bidawî kir:

“Pêwiste em li Afrîkaya Başûr hîn bêhtir li ser pirsgirêkên Kurdan hişyariyê ava bikin.”

Ciwanên Afrîkayê banga azadiya Rêber Apo kirin

Back to top button