Rojnameya El Ereb: Dozgerê Tirkiyê daxwaz kir dosya radestî Siûdiyê were kirin

Dosyaya Xaşiqcî careke din ket rojevê. Hat ragihandin ku Serdozgerê Giştî yê Tirkiyê daxwaza rawestandina dadgehkirina 26 bergumanên Siûdî û radestkirina dosyayê ji desthilata Siûdiyê re kir. 

Rojnameya El Ereb ragihand duh Pêncşemê Serdozgerê Giştî yê Tirkiyê der barê dosyaya rojnamevan Cemal El Xaşiqcî de ev daxwaz kirine:

Dadgehkirina 26 bergumanên Siûdî bê rawestandin û dosya radestî desthilata Erebistana Siûdî were kirin.

Li gorî rojnameyê çavdêr dibêjin armanca vê gavê şandina peyameke aramiyê ji serokatiya Erebistana Siûdî re ye.

Her wiha dibînin ku Enqere nas kir wê têkildarî bikaranîna mijara Xaşiqcî de sûd wernegirtiye û ti destekdayîna darayî jî bi dest nexist.

Kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî têkiliyên her du welatan aloz kiriye.

Back to top button