Rojnameya Şerq El Ewset: Firqeya 25’an a hikumeta Şamê ji bo şerê li Ûkrayna tê perwerdekirin

Ji bo li rex Rûsya û li dijî Ûkraynayê şer bikin, hêzên Hikumeta Şamê ev çend roj in tên perwerdekirin. Ev yek ji aliyê rojnameya Şerq El Ewset ve hat ragihandin. 

Têkildarî amadekariyên hêzên hikumeta Şamê yên tevlîbûna li şerê Ûkraynya û Rûsyayê rojnameya Şerq El Ewset agahî dan.

Rojnameyê got: “Duh hat ragihandin 3 roj in Firqeya 25`an a hêzên hikumeta Şamê perwerdeya xwe didomînin da ku biçin Ûkraynayê û li rex hêzên Rûsyayê şer bikin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî diyar kir ku ev hêz ferman û fînanseyê yekser ji hêzên Rûsyayê digirin.

Çavdêriyê ragihand niha derdora 700 leşkerên hikumetê û efserên Rûsyayê tev li perwerdeyê bûne.

Back to top button