Jineke din ku di teqîna li Şehbayê de birîndar bibû şehîd bû

Vê sibehê jineke din ku di teqîna li Şehbayê de birîndar bibû şehîd bû. Bi vê re jimara şehîdan dibe 3 û hehersê jî jin in. 

30’ê Adarê li komîna 7’an a navçeya Ehdasê ya Şehbayê teqînek çêbû.

Di encamê de 2 jin şehîd bûn û 8 kesên din birîndar bûn.

Vê sibehê ji kesên birîndar, jina bi navê Fîdan Sebrî Çawîş jî şehîd bû.

Birînên Fîdan giran bûn, lewma ew jî gihaşt asta şehadetê.

Bi vê re jimara kesên ku şehîd bûne gihaşt 3 kesan û hersê jî jin in.

Duh merasîma şehdên teqînê bû, şêniyên navçeya Ehdasê cenazeyên du jinên şehîd veşartin.

Back to top button