Iraq..Sedir ji bo avakirina hikumetê 40 roj dem da aliyên çarçoveya hemahengî

Li Iraqê krîza avakirina hikûmeta nû û hilbijartina serokkomar berdewam dike.
Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, ji bo avakirina hikûmetê 40 roj dem da Çarçoveya Hemahengî da hikumeta nû ava bike.

Tevgera Sedir, Sunî û PDK ku li ser namzetê serokkomartî û serokwezîrtiyê lihevkirine, tevî du caran civiyan jî ji ber kursiyên wan ê parlamentoyê têrê nekir ev li hevkirin encam negirt.

Piştî van hewildanan duh serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir li ser hesabê xwe yê tiwîtterê têkildarî mijarê daxuyaniyek da

Muqteda El Sedir da xuyakirin ku her çendî wan xwest hikumetê ava bikin jî hin aliyan astengiyên mezin derxistin û nehiştin hikumeta Iraqê ava bibe.

El Sedir diyar kir ku ji bo Iraq bê hikumet nemîne, ji bo avakirina hikumeta nû ew 40 rojî didin aliyên nava Çarçoveya Hemahengî yê de ne.

Li gorî vê jî û li gel hemû aliyan (ji bilî Tevgera Sedir) divê dest bi danûstandinan were kirin û hikumeta nû were avakirin.

Back to top button