Partiya Yekîtiya Suryan bi peyamekê Cejna Ekîto pîroz kir

Bi boneya cejna Ekîto Partiya Yekitiya Suryan û HDP’ê daxuyanî dan û cejn li gelê Sûriyan û gelên herêmê pîrozkirin. Hat xwestin ku ev cejin bibe wesîleya aştî, azadî û aramiya li herêmê.

Cejna Ekîto ku her sal di destpêka meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Bi boneya cejên peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.

Partiya Yekîtiya Suryan bi daxuyaniyekê Cejna Ekîto li gelê Suryan û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir û got: “Bi vê boneya neteweyî ya gelê me, em teqez dikin ku pêwîstî bi dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê heye ku salên şer ên ku bûne sedema koçberî û penabertiya bi milyonan bi dawî bibin û demokrasî li vî welatî pêk were. ”

Partiya Yekitiya Suryan diyar kir ew niha bi saya pergala Rêveberiya xweser li gorî ol û çanda xwe dijîn.

HDP: Girînge ku Cejna Ekîto li ser vê xakê bi awayekî azad were pîrozkirin

Her wiha alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîm-ogûllarî peyameke nivîskî weşand û Cejna Ekîto pîroz kir.

Tulay Hatîm-ogûllarî diyar kir ku ev cejn sala nû ya gelên Asûrî û Suryanan e û tê wateya hatina biharê û bereketê.

Tulay da zanîn ku ji ber ji ber polîtîkayên înkarê û zextê yên pergala tekparêz a Tirkiyê, Cejna Ekîto ku nirxekî girîng ê nasnameya Suryanan e, salên dirêj nehate pîrozkirin û wiha got:

“Lê gelên ku tune hatine hesibandin û hatine înkarkirin, bi berxwedaneke mezin xwedî li ziman, çand û cejna xwe derketin.”

Tulay di dawiya peyamê de teqez kir ku ew ji bo azadî û parastina çanda hemû gelan têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button