Artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Şengalê têl şand

Artêşa Iraqê hewildanên xwe yên dorpêçkirina Şengalê didomîne. Doh Arteşa Iraqê bi dehan kamyon ku têl lê bar in ji navçeya Sinunê berbi sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ve şand. 

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike serî li rê û rêbazên nû dide.

Ev nêzî mehekê artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi têlên risandî ango Sîman dorpêç bike.

Ev sîmkirina netenê li ser xeta sînor tê kirin, li gor plansaziya artêşa Iraqê wê têl 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a navşeya Sinûnê têl were kişandin.

Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

Hikûmeta Iraqê beriya niha biryar dabû kû li Şengalê di navbera gundên Ereb û Kurdan de jî bi têlan sînor dayne.

Hikûmeta Iraqê di navbera Rojava û Şengalê de jî dest bi lêkirina dîwarê bi bêton kiriye

Back to top button