Berpirsekî YNK: Ev şer tenê xizmeta Tirkiyê dike

Berpirsê Ragihandina Malbenda Musil a YNK’ê Xeyas Surçî anî ziman ku şerê birakujiyê wê nekve berjewendiyên başûrê Kurdistanê.

Nerazîbûnên aliyên siyasî yên Kurdî li dijî lihevkirina PDK’ê ya li gel dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibe.

Derbarê mijarê de Berpirsê Ragihandina Malbenda Musil a YNK’ê Xeyas Surçî ji Rojnews re axivî û got:

”Ger PDK bi niyet be di ser qeyranên heyî re êrişî gerîla bike, wê rewşek gelek xirab derkeve.

Şerê birakujiyê wê nekeve berjewendiyên PDK’ê û BAşûrê Kurdistanê de. Ev şer wê tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê bike.”

Dawiyê de Xeyas Surçî piştrast kir ku hemû partiyên Kurdî ji bilî PDK’ê şerê birakujiyê red dikin.

Back to top button