Efrîn..Di nav 6 mehan de 35 sivîl hatin kuştin û 303 sivîl hatin revanedin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî diyar kir di nav şeş mehên dawî de li Efrînê 35 sivîl hatin kuştin û 303 sivîl jî hatin revandin.
Li aliyê din 10 kamp ji malbatên çeteyan re hatin avakirin û derdora 30 hezar dar hatin birîn, şewitandin û desteserkirin.

Bi ketina sala 4’emîn a dagirkirina Efrînê, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Di vê derbarê de Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûrî daxuyaniyek li herêma Şehbayê da.

Di daxuyaniyê de bîlancoya şeş mehên dawî yên sûcên ku dagirkeriyê li Efrînê pêk anîne, hat eşkerkirin.

Rêxistinê diyar kir, di demeke ku dagirker ji bo pêkanîna guhartina demografî, asta sûcên xwe zêde dikin, kesên mîna Ebdulhekîm Beşar endamê ENKS’ê, van kiryarên dagirkeriyê li Efrînê rewa dikin.

Li gorî Rêxistinê, dagirkeran ji 1’ê Çile ya vê salê û heya 1’ê Tîrmehê jê 13 zarok û 9 jin 35 sivîl kuştin.

Yek jê zarokek berbişîr û 25 jin 303 sivîl jî hatin revandin.

Di nav 6 mehan de 18230 dar hatin şewitandin 11000 dar hatin desteserkirin

Hat diyar kirin di nava şeş mehan de zêdeyî 13 hezar 230 dar hatin birîn, 5 hezar dar jî hatin şewitandin.

Zêdeyî 11 hezar darên zeytûnê û yên bi berhem hatin deseteserkirin.

Hat gotin, dagirkeran bi sedan mal û zeviyên Efrîniyan li navenda Efrînê û gundên wê destser kirin û xwediyên wan hatin derxistin.

Di nav 6 mehan de ji malbatên çeteyan re 10 wargeh hatin avakirin

Hat diyar kirin di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de ji malbatên çeteyan re zêdeyî 10 wargeh hatin avakirin.

Rêxistinê diyar kir dagirkeran sûcên guhartina navên gund û qadan û ferzkirina zimanê Tirkî li ser xwendekarên Kurd yên Efrînê dewam kirin.

Di nav 6 mehan de 18 deverên dîrokî hatin talan û wêrankirin

Rêxistinê ragihand ku bi armanca qirkirina dîroka Efrînê û talankirina şûnwarên wê 18 deverên dîrokî hatin kolandin û wêran kirin.

Rêxistinê eşker kir ku ji bilî girtîgehên ku tê zanîn, li Efrînê zêdeyî 20 girtgehên veşartî hene.

Di daxuyaniyê de Rêxistinê bang li hemû rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbuyî kir ku divê bi erkên xwe yên exlaqî û zagonî derbarê sûcên dewleta Tirk li Efrînê û herêmên din pêk tîne, rabin û dawî li dagirkeriya li Efrînê bînin.

Back to top button