Li Hesekê buroya têkiliyên eşîran hate vekirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn îro li Kantona Hesekê Buroya Têkiliyên Eşîran ya Herêma Cizîrê vekir.

Bi amadebûna bi dehan rûspî û şêxeşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hindurîn û rêvebirên Bîroya Têkiliyên Eşîran li Herêma Cizîrê, buro hate vekirin.

Rêveberê Buroya Têkiliyên Eşîran Dewran Haşimî axivî û diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê buroyê ew e ku xizmeta civakê bikin û pirsgirêkên wan bi rengekî aştiyane û navxweyî çareser bikin, her wiha barê hêzên ewlehî û edaletê sivik bikin.

Dewran Haşimî diyar kir ku erka bîroyê li dijî şerê taybet ku armanc dike ewlehî û aramiya herêmê têk bibe bixebite.

Her wiha hate gotin ku komîteyek ji bo pêşwazîkirina gel û çaresergirina pirsgirêkên wan hate avakirin.

Di axaftina de hate destnîşankirin ku divê rêvebirî û gel bibin yek û li dijî hemû hewldanên derxistina fitne û tevliheviyan hişyar bin.

Back to top button