Li herêma sînor a bajarê Urmiyê di êrişa leşkerên Îranê de kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, duh li herêma sînor a Binar a bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê êrîşî komek kolberan kir.
Hat diyar kirin di encamê de kolberê bi navê Ebdulezîz Hacî Pur ê 43 salî jiyana xwe ji dest da.
Ebdulezîz Hacî Pur ê hatî kuştin ji gundê Çirîk Awa ya Mergewer a Urmiyê ye û bavê 3 zarokane.