Îsraîl îdia dike teqîna li Tehranê di navendek atomê de pêk hatiye

Li paytexta Îran, Tahranê teqînek mezin pêkhat. Îsraîlê îdia dike ku teqîn li navendek girêdayî bernameya Atomê çêbû, Îranê jî cê yekê red dike.

Paytexta Îran Tahran careke din bi teqînekê hejiya.

Doh derengiya şevê, li taxa Xordenî ya Tahranê, dengê teqînên mezin hat bihîstin.

Piştî teqînan dumanek gewr bilind bû.

Cîgirê fermandariya polîsên Tahranê Hemîd Hudawend ku ji medya Îranê re axivî, got;

“Teqîn li nav parka Kompleksa Dermanfiroşiyê ya Barakat pêkhatiye.

Di encama teqînê de tenê ziyan bi daran ketiye, weke din tiştek nebûye.

Hemîd Hudawend diyar kir ku ragihandina dijî desthilatê, teqînê mezin dikin û xistine mijarek ewlekariyê.

Tiştek çênebûye, tenê deng hatiye bihîstin.

Derbarê teqînê de lêkolîn dewam dike, piştî hate zanîn emê sedema wê eşkere bikin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî parvebûne, piştî teqînan bi dehan wesayîtên agir kuj û polîsan veguhestine cihê bûyerê.

Gorî agahiyan teqîn li taxa Xordenî ya dikeve Bakurê Tahran pêkhatiye.

Ev cih cihek hestiyare, li wir navenda Radyo û televziyona Tahran, çend ajansek pasdarên Îranê heye.

Tê gotin navendek ewlekariyê ya desthilatê jî li herêmê heye.

Li ser heman teqînê ragihandina Îsraîlê jî dibêje, Teqîn duh bi şev li avahiyek girêdayî bernameya Atomê ya Îranê pêkhatiye.

Hîn jî rayedarên Îranê derbarê sedema teqînê de ti zanyariyek belav nekiriye.

Back to top button