Serokê YNK’ê Talebanî: PKK ne dijminê me ye û peywendiya me heye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi tundî bersiva gefên dewleta Tirkiyê a dagirker da.
Bafil Talebanî diyar kir ku PKK ne dijminê wane û peywendiya wan jî bi PKK’ê re heye.
Talebanî anî ziman ew tawîzê nadin Tirkiyê û got; “3 hevalên min ji aliyê Tirkiyê ve hatin şehîdxistin, divê Tirkiye rewşa xwe ya leşkerî berçavan re derbaz bike.”

“Em tawîzê nadin Tirkiyê.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK Bafil Talebanî bi tundî bersiva gefên dewleta Tirkiyê a dagirker da.

Bafil Celal Talebanî ku li Bexdayê tevlî dîdarek bû û têkildarî gefên dewleta Tirk a qirker axivî.

Bafil Talebanî anî ziman ew dijminatiya PKK’ê û ti hêzek din a Kurd di nav xaka Herêma Başûrê Kurdistanê de nakin.

Herî dawî Serokomarê rejima faşîst yê Tirkiyê Erdogan di vegera ji Misirê de gef li YNK’ê xwaribû.

Erdogan diyar kiribû tevî ku wan gelek caran hişyarî kiriye jî lê YNK bi PKK’ê re têkiliyên xwe didomîne.

Hemwextî vê, Erdogan ji ber piştevaniya PDK’ê ya di şerê li hember PKK’ê de, pesnê wê dabû.

Serokê YNK’ê Talebanî: Em tawîzê nadin Tirkiyê!

Lewra Talebanî anî ziman ew tawîzê nadin Tirkiyê û ev hişyarî da:

“3 hevalên min ji aliyê Tirkiyê ve hatin armanckirin û şehîd bûn.

Divê Tirkiye karê xwe yê îstîxbaratî û leşkerî berçavan re derbaz bike.”

Ji dawiya 2023’an û heta niha di navbera rejîma Tirkiye û PDK’ê de nêzî 10 hevdîtinên rûbirû pêk hatin.

Di naveroka sereke ya van hevdîtinan de, çawaniya piştevaniya PDK’ê ya ji bo êrişên dewleta Tirk li dijî PKK’ê hebû.

Herî dawî despêka Adarê Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê di foruma Antalyayê de, bi Erdogan û Wezîrê Parstinê yê Tirkiyê re civiyabû.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, di van hevdîtinan de careke din hevkariya navbera aliyan a ji bo şereke li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Back to top button