Li Minneapolis, xwepêşandanên tund li dar dikevin

Li Amerîkayê, piştî belavbûna dîmenê kuştina zilamekî çermreş ku efserekî polîsê yê gewr çonga xwe danîbû ser qirika wî û hişt jiyana xwe ji dest bide, ev 2 roj in xwepêşandanên tund tên lidarxistin. 

Vê bûyerê hişt bi sedan kes biherikin qadan û xwepêşandanên mezin li dar bixin.

Li ser vê jî, serokê wîlayeta Minnesota neçar ma gazî pasdarên niştimanî bike, da alîkariya hêzên ewlekariyê bikin.

Bûyer, Duşema borî li bajarê Minneapolis qewimîbû, ku 4 polîsan welatiyê bi navê George Floyd ê 46 salî binçav kiribû û di encamê de Floyd jiyana xwe ji dest da.

Piştre, di nav de efserê ku ev tawan kiriye, herçar polîs ji erkê xwe hatin bidûrxistin.

Back to top button