Mihemed Ebas: Divê Rêber Abdullah Ocalan bê azadkirin

Siyasetmedar Mihemed Ebas destnîşan kir ku bêyî Rêber APO ti çare ji dozên Rojhilata Navîn re tune ne, lewma divê civaka navnentewî demildest ji bo azadkirinê tev bigere.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî jî banga azadkirina Rêber Abdullah Ocalan kir.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas, teqez kir ku bêyî Rêber Abdullah Ocalan, rêya çareyê nagihêje dozên Rojhilatê Navîn.

Ev çend roj in, li ser medyaya civakî idia der barê jiyana Rêber Apo de hatibû belavkirin, ku rewşa wî ya teduristî ne baş e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî daxuyand ku ew bi tu awayî nikarin hevdîtinê bi muwekilên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê re deynin.

Mihemed Ebas têkildarî van îdiayan de, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî û metirsiya xwe ji bo çarenûsa rêbertî anî zimên.

Ebas got:

“Em tevahî têkildarî çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan bi-fikar in û bang li Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û dewleta Tirk ên ku beşdarî girtina Rêber Ocalan bûne dikin ku rêbertî berdin û dev ji siyasetên înkarkirina hebûnê berdin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî diyar kir ku Rêber Apo nûnertiya gelê Kurd li tevahî Kurdistanê dike û dê bi serbestberdana wî re, azadî, demokrasî û aştiyê peyda bibin.

Ji bo ev yek pêk were jî, Ebas pêwîstî bi hevgirtina hêzên Kurd ên li tevahî Kurdistanê dît ku bi hev re û bi yek dengî sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar bikin.

Mihemed Ebas bang li rêxistinên navneteweyî, di serî de Rêxistina Efûya Navneteweyî, mafên mirovan, Society for Threstened Peoples kir ku, ji bo çareserkirina doza Kurd bilivin.

Ehmed Şeban: Ji bo azadiya Rêber Apo divê CPT zextê li Tirkiyê bike

Her wiha Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Misirî Ehmed Behaedîn Şeban jî bang li CPT kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Back to top button