Komîsyona Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku gelek berpirsên payebilind û wezîr ji ber tometa gendeliyê hatine lêpirsîn kirin.
Berpirsê Ragihandina Komîsyona Destpakiyê ya Iraqê Elî Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand ku bi tometa gendelî û bikarnaîna awayekî xirab ji fona civakê re, gelek kes ketine ber lêpirsînê.
Ji 9 hezar û 557 tometan, 7 hezar û 739 kes ku 39 wezîr û berpirsên payebilind din, hatine lêpirsînkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî dawîbûna hikûmeta Kazimî, mijara gendeliyê ket rojeva Îraqê..